Bi Sitranên tirkî Qirkirina Çanda Dawetên Kurdî – Mihemed KurdÎ

Çand, nasname û hebûna gelan e û di heman demê de hêmana ku neteweyan ji hev cuda dike jî her çand e.

Çand, reng û taybetmendiyên neteweyan diyar dike. Hemû nirxên neteweyan di çanda wan de veşartî ne. Ango çand ziman, bawerî, dîrok, taybetmendiyên gelan di nava xwe de dihewîne. Em kurd jî xwedî çandeke rengîn û taybet in.

Çanda dawetê di nav gelê kurd de, çandeke gelekî taybet û girîng e. Dawet nîşan û rengên gelan diyar dikin. Gelê kurd jî bi dawetên xwe yên  rengîn  nav û dengê xwe li hemû deverên cihanê belav kiriye. Dawetên kurdan bi govendên xwe û bi sitranên xwe yên rengîn li cihanê deng vedan e.

Di dawetên kurdî de çanda sitranan gelekî kevn e. Gelê kurd bi sed salan e di şahî,  aheng û dawetên xwe de, li ber sitranên kurdî govend û dîlan gerandine. Bi gotina sitranan û bi gerandina dîlanan, dîmenên kurd  û kurdistanî di wan şahî dawetan de derdiketine holê. Ev dîmenên ku derdikevin holê taybetmendî û rengê çanda kurdan in.

Berî niha stranên ku di dawetên kurdan de dihatin gotin stranên gelêrî bûn lê belê di vê sed sala dumahîke de êdî sitranên şoreşgerî, niştîmanî û evîndarî jî dihatin gotin. Ev sitranên dihatin gotin an li ser lehengekî yan li ser serkeftinekê yan jî li ser rêberekî me dihatin gotin,  hemû jî sitranên taybet bûn. Gelek kes bi rêka stranên daweta doza kurdî nas dikir û hîn dibûn. Ji ber ku dagirkerên welatê me jî hêza bandora stranan a li ser civaka Kurdistanê baş dizanibû gelek hûnermendên me yên navdar kuştin.

Polîtîkayên qirkirin û bişaftinê yên li ser kurdên bakurê Kurdistanê di vê sed sala dawiyê de gelekî dijwartir bûne. Di encama van polîtîkayan de çanda kurdan jî şikestên giran xwarin e. Êdî çanda kurdan a dawetê jî hêdî hêdî diguhere û taybetmendiyên xwe  winda dike. Mixabin êdî li gelek  deverên bakurê Kurdistanê dawetên bi rengê kurd û kurdewarî kêm dibin. Berî niha kurdan govend bi stranên kurdî digerandin, li ser bûk û zavayî kilam dihatin gotin, dawetên me bi her rengê xwe ve kurdewar bûn. Lê mixabin niha dengê stranên tirkî di dawetên kurdan de tên.  Ango êdî kurdên me li ber stranên tirkî govend û dîlanan digerînin. Êdî dawetên me rengê xwe yê kurdewar winda kirin e, êdî çi cihêwaziya dawetên me û yên tirkan nemane.

Helbet polîtîkayên bişaftinê sedemek e ji sedemên qirkirina çanda me ya dawetê ne lê mixabin gelek caran em bixwe jî dibin kujerê çanda xwe. Hele straneke tirkî ya bi navê ”Êrîk dali” heye dema ku ez wê stranê di dawetan de dibihîzim îman bi min re namîne. Lê mixabin gelek kurd bi awayekî serbilind û ji xwe razî li ber wê stranê govend û dîlanan digerînin û dawetên xwe saz dikin. An jî gelek alî û kes qirkirina çanda xwe dibînin lê çi bertek an jî nerazîbûnê nîşan nadin, ango vê rewşê wek tiştekî asayî dibînin. Mixabin ev rewşa xirab rastiyeke eşkere ye û li ber çavan e û bi çi awayî jî nayê veşartin. Heke pêşî li vê rewşê neyê girtin dê bi windabûna çandê re heyîna gelê me jî bêkeve nava xetereyeke mezin.

Çanda strangotinê di dawet û şahiyên kurdan de gelekî girîng e, lewre serpêhatî û dîroka me kurdan di wan stranan de veşartî ye.  Divê her kes baş bizanibe parastina vê çandê di heman demê de parastina kurdbûnê û parastina dîroka kurdan e, vêca werin em bi hev re vê çanda pîroz biparêzin û xwedî li hebûna xwe derkevin.
Mihemed – Kurdî – Mêrdîn

E-Maîl: mihemedkurd47@gmail.com

Parveke

2 Replies to “Bi Sitranên tirkî Qirkirina Çanda Dawetên Kurdî – Mihemed KurdΔ

  1. Dest û dilê te sax be Mihemed Kurdî.
    Pirsgirekek girîng te bi zimanekî zelal û xweş nivîsiye.
    Mala te ava.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *