Kamran Simo Hedilî – Helbest û hestên hevpar

Helbest û hestên hevpar Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramana civakan. Cîhana xwe bi xwendevan re parve dikin. Bi şêweyekî din bêjim, helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê biqasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye. Ev afirandin yek ji berhemê herî hêja yê mirovan afirandiye. Êş û şadî lihevparkirin, taybetmendiyeke tenê bi mirovan re heye. Bi taybet kesên pêdivî bi alîkariyê dîtine û alîkarî girtine vê çêjê baştir dizanin. Ev Hemûyê bibînê…

Melevan Resûl – Helbestvan Kejal Ibrahîm Xidir

HELBESTVAN KEJAL IBRAHÎM XIDIR Ji xelka devera Kladiz e û akinceya bajarê Silêmaniyê li herêma başûrî kurdistanê ye. Sala 1968 an ji dayik bûye, du keç û kurek hene, Wekî mamoste di dibistanên Silêmaniyê de dixebitî , ji hêla ronakbêriyê ve, pêşî dest bi nivîsandina helbestên zarokan kiriye, hin bi hin zîrekiya wê di hûnandina helbestê de pija ye û beşdarî di hemû ahing û fistîvalên di herema başûrê kurdistanê de kiriye. Bi qasî 70 xelat û spasname ji bo rêzgirtinê bi dest xwe ve anîn e, di rêza pêşin de ji bo dîwana xwe (Keladiz) ê wergirtiye, her wisa Hemûyê bibînê…