Instituya kurdî – Li gel hunermendan şahiya helbestan.

Instituya kurdî, li gel hunermend Evîn Akbaş, Murat Emen û Mistê Mistê Şahiya helbestan Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê

Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê     Di van demên dawî de bi taybetî jî ji ber şert û mercên pandemîya vîrûsa covîdê pirranî kar û xebatên civakî, edebî û aborî êdî li ser platformên dîjîtal tên kirin. Her wiha em zanin gelek sazî û dezgehên ziman û edebiyata kurdî jî vê qada online baş bi kar tînin û heta niha gelek program û proje jî di vê qadê de didomin. Yek ji wan bernameyan jî di pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê de ”Komxebata Helbestê” ye û em jî li ser kar û xebatên Hemûyê bibînê…

Mihemed Hesko (Birasoz) – Bêje

Bêje…!? Bêje, ne xweda çarin Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî tawane Ji dînan re meydane Dildar tirsonekin Bê helwest jî wêrekin Azadî lele û bende Bi êş û jan û derde Bo tirsokan armance Ji mêrxwazan re kince Bêje, ne ceh birince Reşreng li spî digunce Zanebûn êş û Hemûyê bibînê…

Farûqê Feroyî – ROJA JİYANA ME

ROJA JİYANA ME Rojê serî bilind kir ronahî da nas û dostan Li Rojhilatanavîn warê şêr û mêrxasan Bilind bû Roja şêrîn sitara keç û xortan Bi tîna xwe germ kir deriya êş û eleman ROjÊ bi ronahiya xwe vekir ew çavên girtî Germ kir bi tîrêjên xwe ew dilên qerisandî Vekir bi zeraya xwe ew rengên çilmisandî Bi keda xwe mezin kir vî gelê çewisandî Rojê xak perçivand bi şewq û şemala xwe Li ser çand gul û sosin bi hewldana xwe Her saet ew avdan bi xwîn û xwêdana xwe Her tim ew parastin bi aram û evîna Hemûyê bibînê…

Ahmet – TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN

TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN Ji ber ku felsefe û helbest gelek berfireh û kûr e, meriv bes dikare li ser hêleka wê, aliyekî wê biaxive; bi destûra we, ez ê jî li ser hinek aliyên wan, nêrînên xwe rave bikim. Felsefe, baştirînkirina ramanê, liv, lebat, tevger, hîs, hest û jiyanê ye. Bi hindikî û kurtasî mebesta wê ev e; ez bawer im wê helbest jî ji vê pênasêyê ne dûr be ango li gora min ew bi xwe ye. Peyitandin û îsbata vê ev e: Beriya ku zanist û teknolojî dest biavêjê tiştekî, hema bibêje her tişt Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbest û Felsefe

Helbest û Felsefe Mirov dikare bêje, helbestvan û feylezof hevalên hev yên li rêwîtiya dîrokê ne. Ji destpêka dîrokê ve ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman. Lê mijar ne li ser têkiliyên helbest û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye. Helbest û felsefe du amûrên ku ji destpêka Hemûyê bibînê…