Jîn Aryen – ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2-

ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2-
JÎN ARYEN
Li Rojhilata Navîn Jineke Pêşeng
Adîle Xanim, li malbateke mezin a Erdelanê gihîştibû. Wê, bandor û jixwebaweriya çanda malmeziniyê ya ku tê de jiyayî û hêza xwe ya li ser eşîrê kiribû yek. Ew li gel jîrîtî û xebatkariya xwe, bi rêveberiya xwe ya rêzkar û pêşbîn, li ber dilê hemû kesan xwedî qedr û qîmetekî bilind bû.
Çanda mêrtiya serdest û kevneşopiyên eşîrî li Helebceyê gelek xurt bû. Adîle Xanimê, li gel vê rastiya herêmê wek jin û pêşengekê, ew der 15 salan bi awayekî serkeftî bi rê ve biribû. Bêguman, vê yekê bala Osmaniyan û hêzên biyanî yên li herêmê jî kişandibû ser xwe. Ji van hêzên biyanî ên sereke ingilîz bûn.
Gertrude Bell, a ku li Rojhilata Navîn jineke siyasî ya herî girîng a ingilîzan e, ramanên xwe yên derbarê Adîle Xanimê de wiha dianî zimên:
“Taybetmendî, ferq û cudahiya Helebceyê Adîle Xanim e. Welatê wê Zagros e ku di navbera Îran û Iraqê de hatiye dabeşkirin. Ew rêvebereke gelek baş e ku dikare karên herî tevlîhev û aloz jî bi rê ve bibe. Hemû jinên kurd ên navdar ên xwedî nasname û kesayetî çawa tevdigerin ew jî wisa xwedî esalet û sergevez bû.’’
Dîplomateke Jin a Yekem.
Dewleta Osmaniyan, nêzîkatiya ingilîzan a li dijî Adîle Xanimê û pêwendiyên di navbera wan de ku bi demê re pêş diket, ji bo xwe wek xetereyekê dîdît. Herwiha Adîle Xanimê her roja ku diçû di nava eşîran de jî hêz û bandora xwe zêdetir dikir. Ev yek dibû sedema dijberiya Osmaniyan. Lewra dewleta Osmaniyan her tim dixwest serokên eşîrên kurdan di bin qontrola xwe de bigirin, bi riya wan jî kurdan li gor daxwaz û berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê Adîle Xanim li dijî vê yekê bû. Wê dixwest xweseriya heremê biparêze û tu carî nebin bindest. Herwiha xebat û hewldanên wê yên merheleyeke din jî ji bo azadbûna herêmê bû. Hem di têkiliyên xwe yên bi ingilîzan re, hem jî bi têkiliyên xwe yên bihêz ên bi êşîran re li gor vê hişmendiyê tevdigeriya.
Adîle Xanim, jineke wêrek û xwedîferaset bû ku tevî nasnameya xwe ya misilmantiyê xwedî fikrên nûjen û azad bû. Bi cil û bergên xwe, bi fikr û raman, dan û stendinên xwe, kar û hewldanên xwe her tim parastina vê dikir. Ji ber vê jî her tim hewl daye ku bi hêza xwe û hêza gelê xwe xweseriyekî ava bike, heta ku derfet çêbin serxwebûna xwe saz bikin. Jixwe, ji bo vê jî, ji her milî ve têkoşîn daye, gelek kar û xebatên şênber meşandine, rêveberî û saziyên li gor wê ava kirine…
Em dikarin bibêjin ku li Şarezor û Helebceyê ku di bin qontrola wê de bû; bi vekirina dibistanan, çêkirina bazar û avahiyên nû û sazîbûna dadgeriyê xweseriyeke fiîlî hatibû avakirin. Di vê serdemê de bajarê Helebceyê êdî li herêmê jî zêdetir dihat nasîn û pêşketinek berbiçav hebû. Ev der ji ber ku di navbera sînorên Îran û Iraqê de bû bazirganiya sînorê jî pêş ketibû û jiyîna bajêr a aborî jîndar dikir. Adîle Xanim ji bo ku xweseriya wan di qada navneteweyî de bê naskirin û bê mîsogerkirin, aliyekî de jî bi ingilîzan re pêwendiyên dîplomatîk dida meşandin. Lewra, ingilîz li heremê hêzeke sereke ya navneteweyî bûn û xwedî serweriyeke girîng bûn.
Li ser vê bingehê, Adîle Xanimê, di şerê cîhanê yê yekem de li gel ingilîzan pêwendiyên xurt ên sîyasî û dîplomatîk bi pêş xistine. Herwiha bi van têkilîdayinên xwe, di dîroka herêmê de bûye dîplomateke jin a yekem.
Di encama vê de, navê Adîle Xanimê wek yekem jina kurd a dîplomat di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsîn. Ev pêngava ku hatibû avêtin, ji bo pêşeroja herêmê girîng bû û êdî li herêmê pêşengiya wê jî dihat pejirandin.
’Keybanûya Bêtac a Herêma Şarezorê’
Ji ber van serkeftinên xwe, Adîle Xanim, ji aliyê Berpirsê Rêveberiya Hêzên Seferê û Siyasî yê ingilîzan Cecîle J. Edmonds ve wek ’Keybanûya bêtac a herêma Şarezorê’ hatiye pênasekirin.
Di derbarê Adîle Xanimê de gelek nûnerên siyasî û nivîskarên ku li herêmê xebat meşandine, çavdêriyên xwe nivisandine û geşedanên sîyasî ya wê demê jî parve kirine. Yek ji wan nûnerên siyasî ya îngîlîzan jî Serdar Ely Bannister Soane e. Serdar Soane, bi riya pirtûka xwe ya bi navê ‘Bi Cil û Bergên Guhertî Ber Bi Mezopotamya û Kurdistanê ve’ bi awayekî balkêş, balê dikişîne ser Adîle Xanimê û nêrinên xwe yên derbarê wê de wiha vedibêje:
“Li gel şiyan û hêza xwe ya serweriyê, di civaka îslamî de yekane mînak bû ku di jiyanê de destê wê çek digirt. Ji bo vê jî, ev jina kurd bi ser ketibû ku gundê xwe yê bi rê ve dibir veguherîne bajarokekê. Zeviya dêm a ku pişta xwe dabû girekî tenê, veguhernadibû bax û baxçeyan. Şixûl û xebatên wê yên avakirin û avahîsaziyê dişibiya zindîkirina dewleteke qedîm ya li herêmê. Ew li welatekî biçûk û dûredest a li ser axa Osmaniyan ku di nava paşdeçûyin û rizîbûnekê de bû, wek stêrkek dibiriqî… ’’
Ev serfiraziya Adîle Xanimê ya li herêmê, bûbû sedem ku dewleta osmaniyan li dijî wê bibe xwedî helwest û li ber şixulên wê astengiyan derxîne. Herwiha dewleta osmaniyan heta xetên heremê yên ragihandinê jî qut dike û dide birîn. Adîle Xanim, ligel vê yekê jî paş de gav neavêtiye û xebatên xwe yên li herêmê bênavber meşandiye. Di heman demê de li dijî Osmaniyan bi armanca ku berjewendiyên kurd û eşîrên ku li heremê dijîn biparêze, têkiliyên xwe yên dîplomatîk û sîyasî jî domandîye.

Têkoşîna Ji Bo Xweserî û Azadiyê
Adîle Xanim, piştî ku ev pêwendiyên xwe yên siyasî yên bi ingîlîzan re pêş xistibû ji aliyê rêvebirên ingîlîz ve bi nasnava ‘Xan Bahadur’ hatibû xelatkirin. Ev xelat di heman demê de nîşaneya wê ya jinxasî û cengaweriyê bû. Adîle Xanim bi van hewldanên xwe dixwest ku mafên herêma ku di bin rêveberiya wê de ye pêşdetir bibe û di qada navneteweyî de mîsoger bike. Ji bo vê jî, taybetî bi nûnerê ingilîzan ê herêmê Serdar Ely Bannister Soane re hevdîtin pêk dianîn.
Serdar Soane, li Iraqê rojnameyek dida çapkirin. Li gel xebatên bihêzkirina rêveberiyên xwecihî û nûjenkirina heremê, ji kurdan re soza xweseriyê jî dida. Adîle Xanimê, dixwest pêşengiya vê pêvajoyê bike.
Hewldanên Adîle Xanimê yên bi vî rengî kêm be jî encam dabûn û kurê wê, helbestkarê navdar ê kurd Ehmed Muxtar Caf ji bo herêmê wek parêzger hatibû erkdarkirin.
Pêwendiyên Adîle Xanimê ya bi ingilîzan re, li gel parêzgerbûna kurê wê, hê zêdetir bi pêş ketin û di encama vê de jî qada rayeya wê berfirehtir bû. Lê belê hevdîtin û peymanên bi ingilîzan re hatibû dayîn, di heman demê de Adîle Xanim û eşîra Cafê hê zêdetir bi ingilîzan ve girê dabûn. Ev yek bûbû sedem ku Adîle Xanim di çarçoveyeke teng de tevbigere û ev rewş, li ber destkeftî û serkeftinên mayînde bibe asteng.
Wisa jî pêk hat. Ingilîzan piştî ku serweriya xwe li herêmê bi dest xistin, dest ji dayîna xweseriyê ya ji bo kurdan berdan û tenê bi avakirina rêveberiyeke xwecihî ve sînordar man. Piştî vê jî xwe bi paş de kişandin û herêmên ku kurd lê dijîn bi rêveberiya navendî ya Iraqê ve hatin girêdan.
Bêguman, ev rewş nedihat wê wateyê ku dê hêz û bandora eşîra Caf û pêşenga wê Adîle Xanimê ji holê rabibe. Adîle Xanim û Eşîra Caf a ku xwedî hêzeke girîng a leşkerî û rêveberiyê bûn ev rewş nepejirandin. Di encamê de, di navbera herdu aliyan de rageşî û rakêşiyeke demdirej pêş ket. Ev pirsgirêk heta dema me jî bi awayên cuda berdewam dike…
Pêşeng û Rêvebireke Berxwedêr û Têkoşer
Adîle Xanim, pêşeng û rêvebireke berxwedêr û têkoşer bû. Ji ber vê, heta ku karê rêveberiyê kirî, ne tenê bi karê eşîra xwe ve mijûl dibû, di heman demê de hem ji bo pêşketina herêmê, hem jî ji bo kurd bibin xwedî statuyekê gelek ked û hewl dabû. Serweriya wê ya li Helebceyê 15 salan domiyabû û wek jineke serwer bûbû tacekî serbilindiya jina kurd. Ew bi van hewldanên xwe, ne tenê li ber dilê civaka xwe û mirovên li herêmê, di heman demê de di qada navneteweyî de jî ku demeke dirêj karên siyasî û diplomasiye meşandibû dihat nasîn û xwedî qedr û qîmeteke hêja bû.
Adîle Xanim di sala 1924an de, di 65 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Lêbelê ji ber kesayetiya xwe ya pêşeng a têkoşer, û di heman demê de ji ber jîrîtî, hêz û hunera xwe ya rêvebirinê, niha jî yek ji wan kesan e ku li bajarê Şarezor û Helebceyê di nava gel de pir qedirbilnd e û bi rêzdarî tê bibîranîn. Wisa ku di çend cihan de peykerên wê jî hatine çêkirin û gora wê ya di goristana Ebû Ubeydeyê de ye hê jî tê ziyaretkirin.
*
Pêşengên civakî di serdemên xwe de gelek zor û zehmetiyên dijwar dijîn. Dibe ku gelek caran ji ber şert û mercên giran nikarin armanc û mirazên dilê xwe pêk bînin lê dîsa jî ji bo pêşerojê mirateyên giranbûha dihêlin. Ji ber vê ye ku ruhê demê nahêle ew bên ji bîr kirin û dîrok taca zêrîn dide serê wan hêjayan.
Adîle Xanim, di serdemeke herî dijwar de wek jineke kurd pêşengiyeke dîrokî dabû ser milê xwe û heta dawiya emrê xwe ew bar hilgirt. Ew dê bi rêveberî, pêşengî û têkoşeriya xwe ya jîr û jêhatî her dem riya jinên kurd û yên cîhanê ronî bike.
Çavkanî
1- Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
2- Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını – Mehmet BAYRAK
3- Kürt Kadını Kitabı/Cilt-1 – Kadri YILDIRIM
4- Devletsiz Ulusun Kadınları – Shahrzad MOJAB
5- Tarih Sahnesinde Kürt Kadınlarının Direnen Yüzü (JINHA) 26.12.2015
6- İndepent Türkçeye yazdığı makalesi, Paşalar Sanatçılar ve Aydınların Baba Ocağı Caf Aşireti – Faik BULUT (07. 02. 2021)

 

Nîşe: Ev nivîs di rojnameya Xwebûnê de jî hatiye weşandin.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *