Ma heta kengî ? Êdî bes e!

Ma heta kengî ? Êdî bes e!
Ev çiqas wextê dagirkerên welêt li dijî hemû destkeftiyên kurdan bi leşkerî, aborî, dîplomasî bi hev re êrîş dikin. Erdoxan û hevalbendên wî yên nîjdaperestên tirk, serkêşiya vê tifaqa li dijî kurdan dikin. Di armanca wan de hemû partî û kesên doza azadbûnê dikin ji bilî hin terefên îro ji wan re xulamtiyê dikin, ên din hemiyan neyarê xwe dibînin. Lê sibe xulamên îro jî dikarin bibin armanca dagîrkeran. Ji ber di dîrokan kurdan de gelek caran dijminan kurdên xulam pêşî pesinandine û pişt re ew jî ji nav rakirine. Tenê ji serdema Osmaniyan heta avabûna vê dewletê bi sedan mînek hene. Pêwîst nîne di nivîseke wiha kurt de mirov wan yek bi yek bêje.
Lê li dijî vê çavsoriya neyaran, divê pêşî partiyên siyasî, saziyên sivîl, çapemenî û keseyatiyên li ser civakê xwedî bandor in, bi vê zanînê nêzîkî hev bibin. Ev pêşengên civakê yên her çar parçeyên Kurdistanê divê bi saziyeke neteweyî yekîtiya xwe beyan bikin û bibêjin, em bi hev re ne. Ji bona bikarin vê bêjin, pêdivî bi saziyeke netewî heye, lê ev nayê wê wateyê heta saziyeke netewî avanekin, nikarin bi hev re kar bikin û tifaqan çêbikin. Gelek kes dizanin pêdivî bi saziyeke her kes nirx û serketina xwe tê de bibîne heye. Dizanin bi nêrîna teng, têkoşîna rizgariya neteweyî nagihîje serketinê. Armanc û berjewendiyên çînî, parçeyî û komikan dema bi berjewendî û armancên neteweyê re bibin yek, dikarin bigihîjin encamê.
Ji ber çarenivîsa hemû kurdan yek e û bi hev ve hatiye girêdan. Divê hemû kurd li rêyên bi hev re karkirinê bigerin. Jixwe, neyarên kurdan jî ti ferq û cudahiyê naxin navbera destkeftiyên ti parçeyan. Hemû dixwazin tifaqa Kurdan xirab bikin û her di bin destên wan de bimînin. Ev dewlet çiqasî ne li hev bin, çiqasî nakokiyên wan hebin û navbera wan ne xweş be jî, gava mesele dibe Kurdistan nakokiyên xwe didin aliyekî û dibin yek û bi hev re gefan li kurdan dixwin. Ji zû ve soz û peyman dane hev, nehêlin Kurd azad bibin û Kurdistan serbixwe bibe.
Ji ber wê divê her partî, her siyasetvanên doza azadiyê dikin, baş zanibe îdeolojîya wan çi dibe bila bibe ji bona dijmin qet ferq nake. Navên wan çi dibe û têkiliyên wan di çi pileyê de bi dewletên dagirker re dibe, bila bibe, kêliya ji bin fermana wan derketin, ew hedefên her çar dewletên dagirker in. Rastî ev e, divê hemû hêzên û kesayetên Kurdistanî jî nakokiyên navbera xwe bidin aliyekî û bi hev re kar bikin. Neyar ji bona Kurd negihin mafê xwe yê rewa, li dijî wan dixebitin. Heta ji wan tê nahêlin, kurd nêzîkî hev bibin. Li dijî vê daxwaza dijmin, divê Kurdistanî jî bi vîneke hevpar li welat û gelê xwe xwedî derkevin. Li kîjan cihî dibe bila bibe hemû destkeftiyên Kurdistaniyan biparêzin û êrîşên dijmin rawestînin. Ji bona bikarin vê bikin ji hevkariya biçûk heta ya stratêjîk divê fêrî hevkariyên cuda bibin. Mînak vê demê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartin hene, divê hemû xabatên kurdan û dostên wan ji bona dûrxistina Erdoxan û hevalbendên wî ji ser textê hikumdariyê be. Ji ber ew serkêşiya hemû êrîşên li ser destkeftiyên kurdan dikin. Ew destkeftiyên kurdan li dijî xwe dibînin û hebûna kurdan bi tunebûna tirkan dibînin.
Lê fersenda îro ji bona kurdan çêbûyî fersendeke dîrokî ye, dişibe ya serdema Medan. Wê serdemê Medan tifaqa xwe çêkir û li hemberî stemkarên wê rojê bi serketin. Bi serketina xwe serxweş nebûn û ew jî nebûn sitemkar. Berevajî wê karîn li herêma xwe mafdariyê serdest bikin û bibin pêşengê herêmê. Kurd wê tifaqa berî vêga bi du hezar û heftsed salan dipesinîn. Bi serbilindî li ser wê tifaqê û dadweriya wê rojê dipeyivîn.
Îro jî dikarin tifaqeke weke ya wê rojê çêkin. Hêza wan ya leşkerî, aborî, zanîna siyasî û dîplomasî ji tifaqê re bes e. Tenê tiştek heye divê bikin: Biqasî ji derve re demokrat û dilnizm in, ew qasî ji nav xwe re jî demokrat û dilnizm bin.
Li van rojên dawî tifaqa û hevkariya li bakurê welêt çêbûyî, hêviyeke xweş da hemû dilsozên azadiyê. Bi vê hêvî û kelecana xweş li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê diçine ser sindoqên hilbijartinê. Heke li vê hilbijartinê serbikevin, dikarin bibin hêza çareseriyê û êrîşên dilnexwazan rawestînin. Li beşên dine Kurdistanê jî, dikarin deriyê serkeftinê vebikin. Bi vê baweriyê, divê her kes dilmayîn, nakokî û xeydînên xwe dênin aliyekî, çi ji destên wan tên bikin. Vê hilbijartinê weke xabata stratijîk bibînin û di hilbijartinan de bixabitin. Dibe berendam ne bi dilê hinan bin, hin kes ji ber berendam nehatinîşandan dilê wan mabe, an jî hin kes di bin bandora derewên dilnexwazan de mabin. Her çi sedem dibe bila bibe, divê ev werê zanîn li ti derên cîhanê biryarên giştî ne pêkana bi dilê hemû kesî bin. Lê biryarên giştî vîna netewan dikin yek.
Tiştekî din jî divê were gotin, hin derdor û hin kes dibêjin, ”em dengê xwe nadine CHPê.” Kurd ne ji bona CHPê dixwazin dawî li vê hikumdariya heyî binin. Ev desthilatiya heyî li ser qirkirina kurdan îtfaqkirine û ji bona kurd nebin xwediyê statodekê çi ji destê wan tê dikin. Kurd dizanin CHP jî tiştekî nadê wan, lê heta CHP weke Erdoxan û hevalbendên wî hemû şaxên dewletê bikin destê xwe, kurdên gelek tiştan bidest bixin û li beşên dine Kurdistan bibin xwediyên statoyên xwe. Ji bona van sedeman kurdên di hilbijartina nonerên gel de dengê xwe bidine xwe û di hilbijartina serokkomariyê de jî, dê dengê xwe bidine dîjberê Erdoxan ji bona dawî li êrîşên li ser kurd û Kurdistanê bînin.

Kamran Simo Hedilî

13.04.2023

Navnîşana Maîla Nivîskar: kamransimo@hotmail.com

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *