Mihemed Kurdî – *Gelo Çima Qêrînên Kurdan Nakevin Rojeva Cihanê* 

*Gelo Çima Qêrînên Kurdan Nakevin Rojeva Cihanê – Mihemed Kurdî*

Di kêliya ku despêkir de, şerê di navbera Îsarîl û Filistîn de yekser kete rojeva çapemeniya cihanê. Li gelek welatên cihanê nûçeyên sereke li ser vî şerîne.

Di derbarê vî şerî de her welat  li gorî xwe helwestên xwe diyar dikin. Hindek dewletên wek Emerîka piştevaniya xwe bo Îsraîl radigihînin û ji ber êrîşên bo ser sivîlan jî Hamasê bi tundî şermezar dikin. Hindek dewletên wek tirkiye ku ji xwe re dibêjin em bisilmanin jî piştevaniya Filistîniyan dikin û ji ber êrîşên Îsraîlê yên bo ser filistiyan jî nerazîbûna xwe nîşan didin û gefan li Îsraîliyan dixwin. Rayedarên tirka di her daxwuyaniyên xwe de Îsraîliyan şermezar dikin û ji ber kuştina jin û zarok û mirovên siwîl yên bêguneh jî Îsraîliyan tawanbar dikin. Dîsa bi destê deshilatdara tirk her roj li gelek bajarên tirkiye û bakûrê Kurdistanê xwepêşandan û meş ji bo piştevaniya Filistiniyan tên li darxistin. Girseya ku beşdarî  wan xwepêşnadan û meşan dibin bi tekbîran paştevaniya xwe bo Filistîniyan nîşan didin û gefên tolhildanê ji Îsraîliyan dixwin.

Dîsa herî dawî serok komarê romê di daxwuyaniyeke xwe de bal kêşand ser rewşa Flistîniyan û wiha got: ”Ji ber êrîşên Îsraîl li gelek deveran av û karebe nîne. Kanê maf mirovan ? Çima li hember van êrîşên Îsarîl deng ji dinaya yê dernayê ?  Nexweşxane û cihên îbadetxaneyan dibin armancên êrîşên Îsraîl, lê gelek alî xwe kerr dikin û çavên xwe ji van êrîşan re digrin. Heta ku Filistîn nebe dewletek serbixwe dê ev êrîşên Îsraîl bidomin.”

Gotineke me yê pêşiyan/mezinan heye, dibêje :”Gîsinê/Şûjina di çavê xwe de nabîne derzîyê di çavê xelkê de dibîne.”  Di kêliya ku rayedarên tirkan ev daxwuyanî didan de balafirên  şer yên wî welatî li Rojava yê Kurdistanê îstasyonên karebê, santiralên avê, bîrên neftê, rê, nexweşxane, karxane,  jêrxane, dibistan û deverên jingehî bordûman dikirin. Û di encamê wan êrîşan de bi dehan jin, zarok, leşker û mirovên bêguneh hatin kuştin. Her wiha di encama van êrişan de piraniya sektora enerjiyê û saziyên xizmetguzariyê ji kar ketine. Dîsa ev êrîşana  bûne eger û sedema ku

bi dehan milyon dolar xûsarên aborî bigêjin herêmê.

Bi gelemperî  çi cudahiya bûyerên ku li Filistîn diqewimin û li Rojava diqewimin de nînin, ango rewşa Rojava û rewşa Filistîn heman rewş e. Heta em dikarin bêjin ji ber tunebûna derfetan û ji ber dormpêç a li ser herêmê, rewşa Rojava ji ya Filistîn xerabtir e. Ligel ku rewşa Rojava ji ya Filistîn ne çêtir  e jî, lê belê dîsa jî ji bilî çend daxwuyaniyên piçûk ev rewşa kurdan neketiye rojeva cihanê. Ango kurdên reben bêyî ku haya cihanê jê hebin di nava xwe dihelin û tên kuştin. Çapemeniyên ku bi şev û roj behsa zarok, jin û sîwîlên Filistîniyan dikin û di ser wan de hêstiran dibarînin û behsa mafên mirov an dikin, çavên xwe ji kuştina jinên kurdan re digrin, guhên xwe ji qêrîna zarokên kurdan re digrin, xwe kerr û lal dikin ji kuştina sîwîlên kurdan re.

*Gelo Çima  Qêrînên Kurdan Nakevin Rojeva Cihanê ?*

Belê helbet gelek eger û sedemên vê yekê hene. Çêdibe ku dewleta me Kurdan nîn e û em bêxwedî ne,  lewre ev rewşa me yê xeternak  nakeviye rojeva cihanê. Lê belê rastiyeke me yê tahl jî heye, wek her tiştî di warê çapemenî û dîplomasiyê de jî yekitiyeke me nîn e. Wek hûn jî dizanin li bakur û başûrê Kurdistanê hindek telewîzyonê kurdî yên navdar ligel zimanê Kurdî bi zimanê tirkî û erebî jî nûçeyan pêşkeş dikin. An jî hindek telewîzyonên me nûçeyên kuştina kurdan ya ji aliyê dagirkeran ve belav dikin, hindek nakin. Hindek telewîzyonên kurdî dagirkirina beşeke Kurdistanê ji aliyê neyaran ve dibînin û dixin rojeva xwe, lê hindek jî çavên xwe digrin û naêxin rojeva xwe. Gelo qet nebe eke di mijarên netewî de çapemeniya kurdan bibe yek dê baştir nebe ?  Heke ew tw.yên me yên ku nûçeyan bi tirkî û erebî pêşkeş dikin, heke bi zimanên cihanê yên wek îngilîzî, feransizî, elmanî pêşkeş bikin dê çêtir û sûdewartir nebe ? Dê ji bo dewletên rojava balkêştir nebe? Ya ji min ve berî her tiştî hewcehiya me yekitiya çapemeniyê heye, heke em di vî warî de yekitiya xwe ava bikin û bi zimanên cihanî jî nûçeyan pêşkeş bikin, dê zilma li ser serê me zêdetir bêkeve rojeva cihanê, dê di warê dîplomasiyê de destê me xûrtir bibe, dê dengên qêrîna zarokên kurdan zêdetir olan bide û bikeve rojevê. Heke em jî wek filistîniyan ketin rojeva cihanê , dê kuştina me jî ewqasî erzan nebe, dê hindek welat û alî wek filistîniyan bêne hawara me jî û dê neyarên me jî ewqas rihet me nekujin.

Helbet gelek sedemên dinên ku qêrînên kurdan nakevin rojeva cihanê hene, lê min di vê nivîsê de xwe balê bikşinim ser xal a çapemeniyê.  Îja gazî û hawara min ji bo hemû aliyên kurdî ye, heke bi rastî jî xema we kurd in û heke bi rastî jî we nevên ku kurd bimirin, divê hûn yekser ji bo yekitiya kurdan gavan bavêjin, bes yekitî dikare pêşiyê ji van kuştin û qirkirinan bigre.

Mihemed Kurdî -Mêrdîn

E-meîl: mihemedkurd47@gmail.com

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *