Muqades Agirî – Nûbihara biçûkan û mamosteyê mezin Ehmedê Xanî

NÛBIHARA BIÇÛKAN Û MAMOSTEYÊ MEZIN EHMEDÊ XANÎ Li gorî lêkolînan, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanî di sala 1650-51an de, li gundê Xanî yê girêdayê Colemêrgê ji dayik bûye. Li gorî gelek lêkolîner û nivîskaran, Xanî him navê gundê wî ye, him jî navê êla wî ye. Ji ber vê çendê Xanî bûye paşnavê wî. Li ser cihê vê êlê dîtinên cûda hene. Li gorî van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin. Ehmedê Xanî di şeş saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Di 14 salî ya xwe de dest Hemûyê bibînê…

Helbest û stiran

Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Muqedes Agirî – Nêrîna Melayê Cizîrî li wehdetu’l-wicûdê – 2

Nêrîna Melayê Cizîrî li wehdetu’l-wicûdê – 2 Di felsefeya Mela de, her eşyayek di navê Zat de xuya dibe, di derdorê heman armancê de dizivire. Lewra alem di destê neqaşekî bêhempa de hatiye neqişkirin. Stêrk, felek, şev û roj eşqa di navbera xwe re reqs dikin ji bo ku bigihejin evînê xwe yanî Zatê xwe her tim di nav tevgerekê de di der û dorê hevûdu çerx dikin. Melayê Cizîrî, rêveberê edebiyata kurdan e bi nasnameya îlmî û sofî demxeya xwe li serdemekê xistiye. Ew endamê terîqeta Neqşîbendiyê ye. Digel têkiliya wî ya neqşîbendîtiyê mirov nikare bibêje ku jiyana wî Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – ’’Lehengê’’ jimara 8

’’Lehengê’’ jimara 8 Çi dema ku ez çavbirçîtî û xwestina xapandin û kuştina kurdan ji rêveberên tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya ”lehengê” numara 8 tê ber çavên min û kenê min tê. ”Lehengê” jimare 8. wilqasî çavbirçi ye û ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhmnake ku hinên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Hesabê perên ku ji xapandinê dê qezanc bike dike û berê xwe dide doktor. Lê ew tê xepandin û zerarê dibîne. Ez zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo hûn û çîroka ”lehengê” numara 8 bi hev re ne. Doktorek, di rojnaman Hemûyê bibînê…

Muqades Agirî – Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî – 1

Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî – 1 Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye. Dîwana Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Muqades Agirî Melayê Cizîrî, ne tenê di kurdiya kurmancî de, di çarçoveya edebiyata kurdî tevî de helbestvanê herî girîng tê hesibandin. Di edebiyata kurdî de cara ewil Melayê Cizîrî, li gorî krîterên edebiyata rojhilatê, bi taybetî ya Îranê dîwaneke Hemûyê bibînê…

Daxuyanî, Ji raya giştî re,

Daxuyanî Ji raya giştî re, Dewleta Tirk dada navneteweyî û mafê mirovan bin pê dike. Di çapemeniya bi istixbarata xwe ve girêdayî berê têgihîştineke tewanbariyê diafirîne. Li pey jî mirovên bêguneh di komkujiyê re derbas dike. Divê saziyên navneteweyî û saziyên yekîtiya Ewropayê êdî rê nedin van reşkujî û tewanbar­kirinan. Dewleta Tirk piştî êrişa li ser Garê, disa dest bi reşbangaşiyan kir. Mînaka herî dawiyê jî êriş û hedef nîşandayîna, nivîskar û Rojnamegerê Kurd birêz Medenî Ferho ye. Rêzdar Medenî Ferho yê piştî girtin û tehdîtan, neçar dimîne, di sala 1992an de derdikeve derveyê welêt, li Belçikayê bi cih dibe. Hemûyê bibînê…

Daxwazname

DAXWAZNAME BI KURDÎ KURMANCÎ ”ZIMANÊ KURDÎ BI HEBÛNA ZARAVAYÊN XWE DEWLEMEND E.” – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Başûrê Kurdistanê re. – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Rêveberîya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re. Di vê roja 21ê sibatê ROJA ZIMAN a navneteweyî de, ji bo têkûzkirin û pêşxistina zimanê kurdî daxwazeke me ji we heye. Hemû zaravayên kurdî zarokên vî zimanî, kulîlkên vî welatî, xwîşk û birayên hev in. Bi qelsmayîna yek ji zaravayê kurdî, zimanê kurdî bi xwe qels û jar dibe. Ji bo ku em bi kurdî baştir ji hev fam bikin, Hemûyê bibînê…