Heval Dilbihar – Heqîqeta Serdemê

Heval DILBIHAR – Heqîqeta Serdemê

 

Li gor dane û belgeyên ku di encama bi hezaran lêkolîn û vekolînên zanistî hatine bidestxistin de bi awayekî aşkera û bi rengekî zelal tê dîtin ku di tu serdemên dîroka mirovahiyê de qasî di serdema ku em tê de dijîn de qesr û keleh û perestgehên wek benîtî/ezbenîtî, bindestî/serdestî, bûjentî/razbertî, xwebiçûkdîtin/xweperestin, gorîtî/celadî nehatine avakirin, tofan û qiyametên cur bi cur nehatine rakirin û dojehên cuda cuda nehatine sazkirin, hinde çerxên her cureyê kujî û jiholêrakirinan nehatine zivirandin û diran hinde nehatine zêdekirin, tûjkirin û dirindekirin û hinde tişt, diyarde, heyber û giyanewer pê wan nehatine pirtîpirtîkirin û tunekirin…

Li gel vê rastiyê rastiyeke din heye ku wek hemû tişt, diyarde û bûyeran gehwer, naverok û rastiya sedem, armanc, teşe, awa, rê û rêbazên her cureyê kujî û jiholêrakirinan jî di rûpelên dîrokê de veşartî ye. Qet guman nîn e ku ev rastî herî zêde jî ji bo tişt, diyarde, heyber û bûyerên civakî derbasdar e.

Helbet ku rastiyeke wek kujî û jiholêrakirinê hebe rastiyeke wek qirbûn û tunebûnê jî heye… Ku ev herdu rastî jî rasteqînîkuj in; anku ev tiştên ku hatine jiyîn û hê jî dijîn li dijî zagonên bingehîn ên heqîqeta gerdûnî, xwezayî, xwebûnî, civakî û jiyanî ne…

 

Armancên ‘Biheybet’ Rêbazên ‘Taybet’  

Ji roja ku tê zanîn heta niha, li gel herikîna rûbarê dem û dewranan her cureyên hêzên navendperest ên dagirker, mêtinger, serdest û desthiltdar; xweza, netewe, civak, çîn, kom, giyandar û kesên bindest, xwebûnparêz û azadîxwaz ji her milî ve dorpêç dikin; ax, war, welat û jîngehên wan ji wan re dikin dojehên cur bi cur, wan di nava pencên man û nemanê de bê henase dihêlin. Bi riya tunehesibandin, şibandin, pişaftin, helandin, desteserkirin, talankirin, wêrankirin, qirkirin û jiholêrakirina her tiştê ku xwemalê wan e hewl didin ku wan hem ji aliyê laşî, hişmendî û giyanî ve, hem ji aliyê civakî, çandî û jiyanî ve, ji holê rabikin. Hebûna xwe ya neletî her dem û ji her alî ve li ser tunekirina herî hovane ya ‘yên neletkirî’ ava dikin.

Bêguman ev ne zagona civak, jiyan, xweza, xwebûn û gerdûnê ye; berevajî ev civakkujî, jiyankujî, xwezakujî, xwebûnkujî û gerdûnkujî ye.

Dema ku hewl didin vê yekê pêk bînin, ji rê û rêbazên giştî bigirin heta yên taybet gelek rê û rêbazan bi kar tînin. Ji hemû danehevên wehş û hov ên dîrokî sûdê werdigirin û ewqas jî yên nû lê zêde dikin.

Her war û qadên jiyanê ji bo wan war û qadên pêkanîna serweriya xwe ye. Li gel vê, ji bo pêkanîna ‘serweriya xwe ya biheybet’ hinek war û qadên taybet jî diyar dikin û pê re têkildar rê û rêbazên taybet peyda dikin û diceribînin.

Yek ji van rê û rêbazan, ji her milî ve ‘dorpêçkirin/dortengkirin, qefeskirin û bêhenasehiştin’e…

Hêzên serwer ji bo pêkanîna ‘daxwaz, mebest û planên xwe yên bingehîn û biheybet’, bi van rê û rêbazên taybet kes, kom, gel, civak û neteweyên ku bi armanca rizgarî, azadî û serbestiyê bi bîr, hiş, dil, bext, can, giyan û jiyana xwe serî hildidin û li her qadê û ji her alî ve bi awayekî xwebexşane têdikoşin merhele bi merhele dorteng dikin, li dijî wan di asta herî jor de dorpêçeke qefeswarî dimeşînin û hewl didin ku çokan li wan bişikînin, wan bêhenase bihêlin û her derê ji wan re bikin gordojehên zindî.

 

(XWE)kuştin

Divê baş bê zanîn ku li gor rastiya heqîqeta xwebûnî û gerdûnî, dorpêçkirin, qefeskirin û bêhenasehiştinên bîrî, hişî, hestî, bextî, gehwerî, giyanî, çandî, civakî û jiyanî ji yên laşî gelek û gelek xeternaktir, girantir, xedartir, dijwartir û wêrantir in. Dorpêçkirin, qefeskirin û bêhenasehiştinên laşî dikarin bi kesayet, sekn, têkoşîn, rê, rêbaz û jiyaneke ‘asayî’ jî bên rakirin an jî bên bêbandorkirin, lê rizgarbûna ji dorpêçkirin, qefeskirin û bêhenasehiştinên bîrî, hişî, hestî, bextî, gehwerî, giyanî, çandî, civakî û jiyanî ji rizgarbûna ji nava agirê dojehê zortir û dijwartir e. Ji ber vê pêwîstî bi kesayet, sekn, têkoşîn, rê, rêbaz û jiyaneke şoreşger heye.

Em bi vê zanebûnê hema çend kêliyan li derdora xwe binihêrin em ê bi hêsanî bibinin ku çend ‘em’ hene ku bîr, dil, hiş, bext, gehwer, giyan û jiyana wan gelek û gelek zêde di dorpêç û qefesên cur bi cur de ji bêhenasebûnê diperpitin pêdiviya wan bi ‘jîngehên nû’ yên xwebûnî û gerdûnî hene. Bawer im ew ‘em’ hind zêde ne, hema hema em dikarin bibêjin ku ‘em hemû’ ne.

Dorpêçkirin, qefeskirin û bêhenasehiştin ji aliyê pêkanînerên xwe ve, ji bo berdewamkirin, xurtkirin û kûrkirina serweriya wan hind bê navber û zêde tê meşandin, gelek caran haya kesên ku di nava dorpêç û qefesê de bê henase hatine hiştin ji vê yekê nîn e, ew di zanebûna wê de nîn in û pênahesin; ji ber ku di rastiya xwe de ew êdî ne ‘ew’in, anku ne ‘XWE’ ne, ew dijXWE ne, XWEkuj in, ku yên ne ‘XWE’, dijXWE û XWEkuj di raz û gehwera rasteqîniya xwebûnî û gerdûnî de tune ne…

Encama vê yekê ye ku, ligel ku bi dehan war û qadên ‘henasegirtina XWEsaz, JÎNrês û AZADÎhon’ hene û bi dehan caran ji wan zêdetir dikarin bên avakirin/sazkirin/raçandin jî dîsa ‘mejiyên me yên bêhenasemayîn’ ber û rûyê me didin war û qadên dorpêçkirî û qefeskirî…

Li cihekî (XWE)dorpêçkirin, (XWE)qefeskirin û (XWE) bêhenasehiştin hebe li wê derê civakeke rastîn û têkoşîneke rasteqîn a civakî nîn e; û li cihekî civakeke rastîn û têkoşîneke rasteqîn a civakî hebe, ne ku meşandina dorpêçkirin, qefeskirin û bêhenasehiştinê, yek serdest, decal û celad nikare li wê derê kêliyekê jî bijî. Ji ber ku hebûna yekê tunebûna ya din e.

 

(XWE)sazkirin JÎN(ristin) û (AZADÎ)honandin

Divê civak û mirovahiya XWEsaz, JÎNrês û AZADÎhon berî her tiştî heta dawiyê hay ji XWE hebe, XWE binase, XWE bizane, XWE ji her milî ve ji nû ve ava û saz bike û hewl bide ku nekeve nava tu cure qefesên modernîst, postmodernîst, bîjmodernîst, zirmodernîst ku di rastiya xwe de ji bîlî hovkapîtalîzmê tiştek din nîn in. Lê ji ber ku êdî ketiye nav, tiştê ku divê bike ew e ku ji her alî ve, li her qadê, her dem, bi awa û rêbazên herî rasteqîn, şoreşger, domdar, afirîner û encamgir têkoşîn, serhildan û raperîna xwebûnî û gerdûnî bi pêş bixe…

Divê hemû ‘qesr’, ‘keleh’, ‘birc’ û ‘perestgeh’ên her cureyê serdestî/bindestî, dagirkerî/dagirkirî, mêtingerî/mêtingehî, kedxwarî/kedkerî û xweperestî/xwekujiyê hilweşîne, ‘text’ û ‘tac’ û ‘qoltix’ û ‘muhr’ên wan bide ber bahoz û tofana azadiya giyanê XWE, wan bi bîr, dil, hiş, bext, gehwer, giyan û jiyana XWE ya JÎNrês û AZADÎhon pirtî pirtî bike, li şûna wan JÎNgeh û AZADÎgehên XWE yên xwebûnî û gerdûnî ava û saz bike…

Divê bi armanca (jinûve)avakirin û (jinûve)sazkirina ‘jîngeh’ û ‘azadîgeh’an û pêkanîna yên nû, berê XWE ji war û qad û perestgehên navendî/serdest/desthilatdar ên bêhnçikîner û giyankuj bide war û qadên civakî û XWEzayî yên XWEbûnî û gerdûnî, JÎNrês Û AZADÎhon…

Dem, ji her demê zêdetir û wêdetir, li dijî her cureyê (XWE)dorpêçkirin, (XWE)qefeskirin û (XWE)bêhenasehiştinê, dema avakirina war, qad û jîngehên nû yên xwebûnî û gerdûnî ne; dem, bi henaseya bîr, dil, hiş, bext, gehwer, giyan û jiyaneke azad dema (XWE)vejandin, (XWE)jiyandin, (XWE)vezandin, (XWE)bezandin, (XWE)gerandin, (XWE)reqisandîn, û (XWE)biperûbaskxistinê ye…

Heval DILBIHAR

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *