Nîqaşên Li Ser Kirdan/Zazayan – Mihemed Kurdî

Nîqaşên Li Ser Kirdan/Zazayan – Mihemed Kurdî

Heke babet kurdên zaza! bin, bêgûman şer û nîqaşên giran jî pê re tên kirin. Vêca min jî nivîsandina vê mijarê ji bo xwe wek erkek netewî dît. Ez ê di nivîsara xwe de hewl bidim ku babetê û mebesta wê rave bikim.
Nîqaşên li ser kurdên zaza di van rojên dawiyê de dîsa ketiye rojevê, bi taybet jî li ser çapemeniya civakî. Di derbarê babetê de hizrên cuda têne gotin, hindek alî dibêjin zaza ne kurd in û neteweyeke serbixwe û cuda ne, hindek dibêjin zazakî/kirdkî ne zaravayekî kurdî ye û zaza jî ne kurd in, hindek dibêjin zazakî/kirdkî zaravayekî kurdî ye û zaza jî her kurd in, hindek jî dibêjin zaza tirk in….. Her yek ji wan tiştekî ji bo xwe dibêjin.
Roja ku komara Tirkiyeyê ava bûye heta nûke polîtikayên înkar û bişaftinê li ser zimanê kurdî dimeşîne. Komara Tirkiyeyê ne bes bi van polîtîakayan êrîşî zimanê me dike, di heman demê de ji bo ku yekitiya kurdan asteng bike, nîfaq û angaştên bêbinî dixe nava kurdan û dixwaze bi vê şêwazê kurdan ji nav bibe.
Yek ji wan angaştên komara tirk jî ew e ku dibêje ” Zaza ne kurd in”. Komara tirk, kurdên ku bi zaravayê kurmancî diaxivin wek ”Kûrt” bi nav kirine û zimanê wan jî wek ”Kûrtçe” binav kirine. Her wiha kurdên ku bi zaravayê kirdkî diaxivin jî wek ”Zaza” bi nav kirine û zimanê wan jî wek ”Zazakî” binav kirine. Komar dixwaze bi van angaştên xelet û bêbinî di nav kurdên kurmanc û kurdên zaza de aloziyan çêbikin û wan ji hev dûr bixe. Mixabin gelek kes û aliyên kurdî jî ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî piştgirîyê didin van angaştên xelet û bêbinî.
Bi rastî jî ev angaşt gîhaştine asteke xeterê. Di vir de divê em kurd hişyar bin û haj ji girîngiya vê babetê hebin. Divê em jî wek tirkan tenê ji zaravayê kurmancî re nebêjin zimanê kurdî (kûrtçe), heke em wisa bihizirin em dê bibin kujerê gel û zimanê xwe. Divê her kes baş bizanibe kirdkî/zazakî ne zaravayê kurmancî ye û zaza /kird jî ne kurmanc in, lê kirdkî/zazakî jî û kurmancî jî her du jî zaravayên zimanê kurdî ne û kird/zaza jî û kurmanc jî her du jî her kurd in. Ango kurd ne tenê kurmanc in û kurdî jî ne tenê kurmancî ye, di heman demê de bi qasî kurmancan zaza/kird jî kurd in û bi qasî zaravayê kurmancî, zaravayê zazakî/kirdkî jî her kurdî ye.
Rast e dibe ku îro ev herdu zaravayên kurdî (Kirdkî û Kurmancî) ji hev dûr ketibin , ango dibe ku kurdên bi herdu zaravayan diaxivin gelekî ji hevdu fêm nakin. Sedema dûrketina herdu zaravayan jî ew e ku ew kes û karên ku dibêjin zaza ne kurd in, ev sed sal in herdu zarava qedexe kirine û jî ji perwerdehiyê bêpar hiştinê. Vêca ji ber hindê herdu zarava jî lewaz bûne, ketine ber pêlên bişaftinê. Ev yek jî bûye eger û sedema dûrketina herdu zaravayan ji hevûdin. An heke perwerdehî bi herdu zaravayan bête dayîn , dê herdu zarava teqez nêzî hev bibin û bêtine standartkirin.
Kes û aliyên ku dibêjin zaza ne kurd in, gelo qest û mebestên wan bi van gotinan çi ne ? Heke bi rastî jî xema wan ziman be û di gotinên xwe de ji dil bin, nexwe bila zazakî/kirdkî bikin zimanê fermî yê perwerdehiyê, wê demê em jî dê piştevaniya wan bikin. Lê belê em baş dizanin ku xema komarê ne kurmancî ye û ne jî kirdkî/zazakî ye, ji xwe herdu zarava jî sed sal in ku her ji aliyê vê komarê ve hatine qedexekirin û henciqandin. Lewre divê kurd hemî vê durûtiyê bibînin û neyêne xapandin.
Kurdên me yên ku bi zaravayê kirdkî/zazakî diaxivin bi piranî li bajarên wek Dêrsîm, Çewlîg, Amed, Elezîz, Riha, Semsûr, Erzîngan û Mûşê dijîn. Ew jî ji bo xwe navên cuda dibêjin. Hindek alî bi taybet aliyê Dêrsimê ji bo xwe dibêjin ”Kirmanc” û ji bo zaravayê xwe jî dibêjin ”Kirmanckî”, xelkê me yê aliyê Sêwreg û Çêrmûg jî ji bo xwe dibêjin ”Dimil” û ji zimanê xwe re jî dibêjin ”Dimilkî”, lê belê bi gelemperî gelê me ji xwe re dibêjin ”Kird” û ji zimanê xwe re jî dibêjin ”Kirdî/kirdkî”. Ji xwe navê yekemîn pirtûka kirdkî ya ku di sala 1899′ an de ji aliyê Ehmedê Xasî ve hatiye nivîsandin jî ”Mewlûda Kirdî” ye. Di van salên dawiyê de peyva ”Zaza” zêdetir deng daye. Li gor hindek lîkolîneran ” Zaza” navê êlekê ye, li gor hindekan navê zozanan e û li gor hindekan jî navê herêman e. Piraniya gelê me navê zaza li xwe nakin , lê belê tirk û kurdên kurmanç wî navî (Zaza) li wan dikin.
Divê em hemû baş bizanibin şer û nîqaşên li ser vê babetê dê çi xêr û sûdê nede gel û zimanê me, berovajî dê tenê sûdê bide neyar û kujerên gelê me. Ji xwe neyaran welatê me perçe kirine û xetereya windabûnê li ser zaravayê kirdkî heye, vêca hewce nake em jî xwe bi xwe perçe bikin û ji hev dûr bikevin. Ji ber wê jî divê em ji her demê bêtir ji hev hez bikin û divê em ji her demê zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku gelê me ji bo pêşeroja xwe guh nede van angaştên bêbinî. Dem ne dema van nîqaşan e, dem dema parastina ziman e û dem dema yekitiya kurdan e.

 

Mihemed Kurdî – Mêrdîn
23. 08. 2023
Emîl:mihemedkurdî47@gmail.com

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *