Çîroka Temen-Osman KAPAN
Çîroka temenê mirov derbasbûna di navbera zanîn û nezanînê de ye. Bi navekî din xavbûn û xwebûn. Meriv çiqasî zêde hîn dibe, tiştên nû kifş dike, dikeve ferqê ku bê çiqasî tiştên nizanê û kişfnekirî hene. Lewre zanîn, berê meriv dide zanîneke din. Ango ku meriv gihişte wê tehma xweşiyê êdî rêwiyê zanînê ye. Lewre her zanîn riyeke din li ber meriv vedike û hîn rê xelas nebûyî, mereqa dawîbûna rê zixtik dide mêjî. Einstein dibêje: ”Ku me bikaribûya raza yek sêlakê veçirandana, em ê fêrî hemû raza gerdûnê bibûna…” Îca ku meriv tiştek hîn bû, li pişta tişta hînbûyî Hemûyê bibînê…






