Çend pirs – Kamran Simo Hedilî

Çend pirs Li nav Kurdan hin derdor û kes hene, sedema êrîş û hovîtiyên dagîrkeran, hêzên Kurdistanî berpirsiyar dibînin. Van nêrînên xwe yên teng û pûç jî, bi nave Kurd û Kurdisatanê tînin ziman. Bi axaftinê, xwe ji herkesî welatperwertir nîşan didin. Van rojên dawî jî, ji serxwebûnê kêmtir tiştekî din naxwazin. Tiştên wisa ne di cih de dibêjin, mirov dikeve gumanê û ji xwe dipirse: gelo bi rastî, şêx Seîd û hevalên xwe bûn sedem ku zêdeyî şêşt hezar mirovên Kurd yên wê serdemê werin kuştin? Wan xwest ku bi hezaran gund werin şewitandin û wêrankirin? Wan xwest ku Hemûyê bibînê…

Çima bêtifaqî – Kamran simo Hedilî

Çima bêtifaqî? Ger dê hebûya me padîşahek Layîq bidiya Xwedê kulahek Tayîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Ger dê hebûya me itîfaqek Vêkira bikira me inqiyadek Rum û Ereb û Ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Hê wê demê zanayê mezin Ehmedê Xanî, gazinc ji bêtifaqiyê kiriye û em hê wê gazincê ji xwe dikin. Ehmedê Xanî ev gotin berî niha bi sê sed û hinek salan gotine. Em îro nabêjin ku bila hin ji me re xulamtiyê bikin. Em tenê dibêjin, ne em xulam bin û ne ti cîranên me bila Hemûyê bibînê…

Têngîz Siyabendî -Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)

Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)  Pêşgotin Berî ku em li ser mijara lêkolîna xwe rawestin divê  em berê xwe bidin û bi kurtahî binihêrin ku ka Kurd kî ne. Kurd yek ji kevintirîn gelên dinyayê ne ku li rojhilata kevnar de li ser axa jiyane. Li vir lazim e  ku  bala xwe bidin ser wê yekê wekî gelek neteweyên din ku di gel kurdan jiyan dikirin  ji dîrokê wenda bûne an bi gelên din re asîmîle bûne. Di heman demê de kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî: Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî

Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî Ji ber ku helbest, cureya wêjeyî yê herî kevn e, vê kevinbûna wê kiriye ku bibe mijara gelek rexnegir û zaneyan. Ji beşên din yê wêjeyê bêhtir, li ser hemû aliyên helbestê zaneyan serê xwe êşandiye. Li ser ziman, naverok, sembol, felsefe, muzîk, awayê nivîsandin û îlhama helbestê, lêkolînên berfireh hatine kirin. Zaneyên serdema pêşî digot, helbestvan li gel Xwedayên huner di têkiliyê de ne. Û wan digot, yên wan wisa xweşik didine peyvandin û van peyvên xweş bi wan didine gotin, Xwedayên huner in. Mirov nikarin gotinên wisa lihevhatî çêkin û bibêjin. Ev nêrîna Hemûyê bibînê…