Ma heta kengî ? Êdî bes e!

Ma heta kengî ? Êdî bes e! Ev çiqas wextê dagirkerên welêt li dijî hemû destkeftiyên kurdan bi leşkerî, aborî, dîplomasî bi hev re êrîş dikin. Erdoxan û hevalbendên wî yên nîjdaperestên tirk, serkêşiya vê tifaqa li dijî kurdan dikin. Di armanca wan de hemû partî û kesên doza azadbûnê dikin ji bilî hin terefên îro ji wan re xulamtiyê dikin, ên din hemiyan neyarê xwe dibînin. Lê sibe xulamên îro jî dikarin bibin armanca dagîrkeran. Ji ber di dîrokan kurdan de gelek caran dijminan kurdên xulam pêşî pesinandine û pişt re ew jî ji nav rakirine. Tenê ji serdema Hemûyê bibînê…

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1-

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1- Yaşar Eroğlu Ev nivîs ji xwendina min a pirtûkeke nivîskarekî ya li ser destana Memê Alan derket. Min pirtûkeke binirx a liser vê destanê xwend. Her çi qas pirtûk bi nirx û rûmet be jî, şîroveya wê li min şaş hat. Min dîtinên xwe weke gotarekê amade kirin. Ev gotara ku ez der barê Destena Memê Alan de dinivîsim ne li ser dîtinên kesekî ne. Min xwest ku beriya rexnekirinê ez di vî warî de çi difikirim, destanê çawa dinirxînim diyar bikim û bi navgîna vê gotarê bi we re parve bikim. Hemûyê bibînê…

Hunermendiya Yilmaz Gûney-Nûser Hozan

Kesayetên girîng, mezin û bi bandor; li devreyî şert û mercên dîrokî, civakî, aborî, siyasî, çandî û hunerî yê welatê xwe dernakevin holê. Yilmaz Guney jî, di demeke ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanên Kurdan hatibûn perçiqandin û nasname, ziman, çand û hunera Kurdan hatibû qedexekirin û li ser gelê Kurd asîmîlasyon, dagirkerî û zordariyek mezin hatibû pêşxistin, her wiha li Tirkiyê jî hemû qadên siyasî, demokratîk, civakî, çandî û hunerî di bin kontrol û zordestiya dewletê de bû, hatibû dunyayê. Yilmaz Guney, di hundurê van şert û mercên dijwar de û di nava malbateke Kurd, feqîr û bindest de; di Hemûyê bibînê…

Danasîn û Dîrokçe

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê di roja 14.09.1996’an de hat damezirandin. Armanc û karûbarên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê:  Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda kurdî. Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de semîner, panel û civînan amade dike. Li ser zargotina kurdî xebat dike. Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, înstîtu alîkariya wan dike û bi wan re hevkariyê dike. Li gor îmkanên xwe bulten, buroşür, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diweşîne. Di her pileyî de kursên zimanê kurdî Hemûyê bibînê…