Çima bêtifaqî 3 – Kamran Simo Hedilî

“Hercî bire şûrî destê hîmmet Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet Bê ceng û cidal û bê tehewwir Qet vê şixulê mekin tesewwir” Ehmedê Xanî Seydayê Xanî dibêje, her miletên dest avêtine şûrê hîmetê ji xwe re avakirin dewlet. Kurdan jî gelek caran dest avêtine şûrê hîmetê û xwestin ji xwe re ava bikin dewletê. Lê ji ber bi hev re dest ne birin şûr û bi hev re ne tifaq bûn bi serneketin. Min li nivîsa berî vê got, ji sedsala heftan heta hezar û pêncsedan ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve ji bona bi Hemûyê bibînê…

Di Derbarê Cînavka ”EW” de-Mihemed Kurdî

Peyvên ku di hevokan de cihê navdêran digrin re cînavk tê gotin. Cînavk ji bo cihê navdêran tên bikaranîn. Ango heke li cihê navê bingehîn bêjeyeke din hatibe nivîsîn ew cînavk e. Cînavk hemî taybetmendiyên navdêran digrin ser xwe. Cînavk ji sedî 15 bandorê li rastnivîsa kurdî dikin. Gelek cûreyên cînavkan hene. Bes ez dixwazim behsa cînavkên kesane yên xwerû bikim. Cînavkên kesane yên xwerû wiha ne: *Cînavkên Kesane Yên Xwerû* ”`Yên Yekjimar”` Ez ‌ Tu *Ew* ”`Yên Pirjimar”` Em Hûn *Ew* ‌ Weke hûn jî dibînin cinavka kesê sêyemîn a yekjimar û cînavka kesê sêyemîn a pirjimar jî bi Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Çima bêtifaqî? – 2

Çima bêtifaqî? 2 Ev dem û hemû demên we xweş bin, xwendevanên hêja û birûmet. Ez ê cara duyem jî bi gazind û rexeyên zaneyê mezin Ehmedê Xanî dest bi nivîsa xwe ya li ser bêtifaqiyê bikim. ”Kurmanc ne pir bê kemal in Ema yetîm û bê mecal in, Fîl cumle ne cahil û nezan in Belkî sefîl û bê xwedan in.” Ehmedê Xanî Bi vê kurtenivîsê mabesta min ne ew e, dîrokê binivîsim. Lê dixwazim hin sedemên bêtifaqiya îro û bersiva pirsa çima Kurd ji fersendên têne ber deriyê wan nizanin sûd jê werbigirin, binivîsim. Ji bona bersiva vê Hemûyê bibînê…

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê-Mihemed Kurdî

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye.Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê hatiye cihanê. Ji ber ku Mirado  ji mala kinê ye, ew jî bi vî navî( Miradê kinê) tê naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hene, lewre Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab ,çîrok û sitranên kurdî dibe û êdî ku digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê.  Piştî  derketina wî ya ji Hemûyê bibînê…

Zembîlfiroş – Lema Mihemed Elî

Zembîlfiroş zembîla tîne Sûk û kolan digerîne Gulxatûn ji bircê dibîne Aqil diçe sewda dimîne Zembîlfiroş lawkê derwêş e Kerem ke tu were pêş e Qîmetê zembîlên xwe bêje Xatûnê ez tobedar im Ez ji rebê jorê nikarim Zarok birçî ne li mal in Xatûnê gerdenbimorî Şixul nabe bi kotek û zorî Kê ji me çîroka Zembîlfiroş nebihîstiye! An ji devê dapîr û bapîrên me, an ji devê dengbêjên me yên mîna Karapetê Xaço, an jî ji nivîsên wêjevan û helbestvanên me yên mîna Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî û hin wêjevanên din. Marûf Xeznedar di pirtûka xwe ya bi navê Hemûyê bibînê…

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ Bahdîn Robar Xwînerên birûmet, di vê gotara xwe de ez ê hewl bidim peywendî, girîngî û bandora ziman, çand û erdnîgariyê rave bikim. Lewre ji berî ez bikevim nava mjarê ez dixwazim bi gotineke pêşiyan a binirx û watedar derî li mijara xwe vekim. Ev gotin wiha ye; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Ev gotina pêşiyan bi me dide zanîn ku ka zimanê dayîkê çi qas girîng e û herwiha divê di xak û welatê xwe de azad û serbest bijî. Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û Hemûyê bibînê…