Mihemed Kurdî – Xeteriya li ser zaravayê kirdkî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc.
Xeteriya li ser zaravayê kirdkî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc. Ziman ne tenê alava ragihandin û têgihiştina di navbera mirovan de ye, di heman demê de xala herî girîngê ku netewan ji hevdu cuda dike jî ziman e. Her wiha hişmendiya netewî jî bi rêka zimanî ava dibe. Ziman nirxek netewî ye û heyînîyek zindî ye, heta ku ziman hebe, netewe jî dê hebe, ger ziman tune bibe, netewe jî dê tune bibe. Her wiha ziman tixûbên netewan jî diyar dikin, heke zimanê netewekê heta kuderê bê axaftin , tixûbê welatê wê netewê jî heta wê derê ye, lewre parastina ziman, Hemûyê bibînê…